Telebê Ustad Wefat Kir
Hasan Ergunalê Îslamkoyî Çû Ber Rehma Xweda
Hasan Ergunalê Îslamkoyî 88 salî bû. Li gor tê gotin gelek caran Ustad Bedîuzzeman dîtibû. Ji hafiz Eliyê telebê Ustad, dersa Quran û xetê girtibû. Hat îfade kirin ku vê sibehê Hasan Ergunal wefat kiriye. Xweda wî bi rehma xwe şad bike.
Defîn û nimêja cenaza wî, wê sibê piştî nimêja înê li Îslamkoyê bê kirin û li wir bê definandin.
Li aliyê din, ji Batmanê hinek mensûb û dilxwazên komela Sevgî-Derê, li Rûhayê meqbera ku Ustad Bedîuzzeman tê de ewilî hatiye definandin ziyaret kir. Serekê komelê M. Elî Ortaç wiha diyar kir “Nêzî çar sal e em di komela xwe de bi Kurdî dersa Rîsalê dikin. Berî niha me gundê Ustad ziyaret kiribû. Niha jî em qebra Ustad ya ewil ziyaret dikin. Van ziyaret ji bo me’newiyatê gelek hewce ne.” (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.