Tellaltiya felaketê ya çapemeniya Ewrûpayê daxwazû û arzûya Xerbê tîne ziman

Tellaltiya felaketê ya çapemeniya Ewrûpayê daxwazû û arzûya Xerbê tîne ziman

NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên çapemeniya navdar ên Ewrûpayê manşetên ku ji bo derkkirina hawîrdora qaotîk a kûr ên ku tê xwestin li Tirkiyê pêk were didomîne.

Saziyên çapemeniyên li Ewrûpayê yên ku li ser saziyên medyayên neteweyî-navneteweyî yên ku şekil didin raya giştî ya cîhanê xwedî bandor in û hewl didin wek operasyonên derkkirî li erdnîgara Îslamê qaosê pêk bînin û ji bo vê yekê li Tirkiyê jî ji bo ku ev qaos pêk were hewl didin.

Di rojên ewil ên nû de manşetên ku di çapemeniya Xerbê de hatin weşandin wek ‘dê di sala 2017an de êrîşên terorî ya li Tirkiyê bidomin’ hat nirxandin. Bal hat kişandin ku dê li DYE û Ewrûpaya ku di erdnîgara Îslamê de wek xwînrêj aktorên sereke ne de geşedanên baş pêk werin.

Tê nirxandin ku ji ber Hareketa Mertala Firatê û operasyonên li dijî PKKê tên lidarxistin dê hêj Tirkiye dûçarê gelek êrîşan bibe. Koalîsyonên ku ji welatên Xerbê pêk tên di serî de li Sûrî; operasyonên ku li Iraq, Lîbya û Efxenistanê wek dereqanûnî didomin jî xema tu kesî nîne û ji ber vê yekê bandorên van yekan naynin rojevê. Ev yek wek zanîn pêk tê.

Çapemeniya Xerbê dide nîşandan ku welatên polîtîkayên xwe yên derve bi serbixwe birêve dibin dê bi tehdîdên terorê re rû bi rû bimînin. Ji bo vê yekê jî manşetên derkkirinê lidar dixin û welatên ku gotina wan nakin û serbixwe polîtîkayên xwe bi rê ve dibin bi şiklekî tehdît dikin.

Di manşetên li dijî Tirkiyê de ji dezgahên ku bi stratejîk û analîstan hatine sazkirin re wek amûrên mehelî provokasyon dikin û ji aşê re av dikêşin.

Kes û saziyên endamên fikir û ramanên cûr bi cûr in bes ji bo ku ji Tirkiyê re mixalefetî bikin wek zanîn an jî nezanîn piştgirî didin manşetan. Ji xeynê vê yekê hinek unsurên medyaya merkezê ya Tirkiyê jî kaosê derdixin û ji çapemeniya Xerbê re dibin şirîk.

Çapemeniya Ewrûpayê ya ku di derheqê pêşeroja welatên Xerba ku roj bi roj dijmintiya wan a li dijî Îslamê zêde dibe de tabloyên erênî xêz dike. Di welatên Îslamê yên ku nikarin kontrolê têxin nav destê xwe de jî ji bo ku aloziyek mezin pêk were hewl dide.

Çapemeniya Xerbê ya ku hewl dide kaosekî mezin pêk bîne di saya vê yekê de îştaha dewletên xwe yên emperyal tetmîn dike û hikûmraniya wan perçîn dike. Bi manşetên “Di sala 2017an de li Tirkiyê tê texmînkirin ku dê êrîş zêdetir bibin” û “Gelo Tirkiye dizivire zilamê nexwaş ê Ewrûpayê” tiştên ku anîn serê Osmaniyan bi heman şiklê bininin serê Tirkiyê.

Saziyên çapemeniyê yên ku piştî êrîşa çekî ya li Stenbolê di saetên ewil ên sala 2017an de pêk hat dest bi xeberên provokatîf kirine ji bo operaasyonên derkkirinê pêk werin û terzên jiyanê yên cudahî li dijî hev tevger û şer bikin didomînin.

Çapemeniya Ewrûpayê geh egh ji bo ku gelê Tirk û Kurd ên Misliman ji hev re bibin dijmin xeberên derew diweşînin û carinan jî ji bo ku ji Sunî û Alewî rû bi rû bimînin û şer bin hewl didin zemînê ji vê yekê re amade bikin.

Ji xeynî van di hesabên ku wek troll tên navandin xeberên sexte û derew ji bo provokasyonê tên parvekirin. Ev parvekirin jî ji heman armancê re xizmet dike. Hedef jî ew e ku çandekî cuda û bê tehemul pêk bînin û ji şer û pevçûnê re zemîn were hazirkirin.

Hêzên navneteweyî yên ku bi tehekûmhewl didin cudahiyên fikr û ramanî biguherînin geh geh taşetonên çekdar geh geh jî bi saziyên çapemeniyê yên ku bandora wan li ser yên din hene şekil bidin siyaset ê. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.