Temamê eskerên ku li Manîsayê têdawî dibûn ji nexweşxanê derketin

Temamê eskerên ku li Manîsayê têdawî dibûn ji nexweşxanê derketin

Temamê eskerên ku li Kirkagaça Manîsayê ji ber îxtîmala bijehrê ketinê hatibûn rakirin nexweşxanê, atin taburcîkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Manîsayê ve hatiye dayîn de hat ragihandin 12 eskerên ku ji ber êşa zik û dilxelînê gilîdar bûn û li nexweşxanê di bin muşahadê de  bûn îro hatin taburcîkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “ Ji wextê şeveqê pê ve temamê eskeran ji nexweşxanê derketine û tevlî yekîneyên xwe bûn.  Tu delîl nehatin dîtin ku esker bi jehrê ketine yan jî enfeksiyon bi wan re heye.”

Li Manîsayê 177 eskerên ku ji ber dilxelîn, verişîn û virikê li nexweşxanê dihatin tedawîkirin ku hat diyarkirin temamê van eskeran taburcî bûne.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.