Temîzöz Hat Tehliyekirin

Temîzöz Hat Tehliyekirin

Doza 20 cinayetên failên wan meçhûl yên ku li Cizîra Şirnexê di navbera salên 1993 û 1995an de hatibûn kirin bi ser 5 salan ket

Doza 20 cinayetên failên wan meçhûl yên ku li Cizîra Şirnexê di navbera salên 1993 û 1995an de hatibûn kirin bi ser 5 salan ket.

Ji lew bersûcê doza han qomandarê kevn yê alaya Cendermeya Kayseriyê albayê teqawîd Cemal Temîzöz hate tehliyekirin. Cemal Temîzöz ji ber ku ji doza Balyozê hatibû mehkûmkirin wê di hepsê de bimîne.

Di salên han de bersûc Cemal Temizöz, li Cizîrê di bin rengê micadela bi terorê re, ji parêzvan, îtîrafvan û çawîşên ûzmanan grûbek saz kiribû.

Grûba han bi demê ve dev ji wezîfa xwe ya eslî berdabû, kesên ku digirtin didan pirsînê. Ji wan kesên hatibûn binçavkirin, 20 heb hatibûn kuştin

Bangaheq

xeberên kurdi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.