Temsîlkarên Partiyên Îslamî Yên Kurdistanê Cem’iyeta Mustez’efan Ziyaret Kirin

Temsîlkarên Partiyên Îslamî Yên Kurdistanê Cem’iyeta Mustez’efan Ziyaret Kirin

Hinek temsîlkarên partiyên Îslamî yên herêma Kurdistanê, bi amanca beşdariya aktîvîteyên hefteya mustezefên cîhanê, hatin Batmanê.

Hinek temsîlkarên partiyên Îslamî yên herêma Kurdistanê, bi amanca beşdariya aktîvîteyên hefteya mustezefên cîhanê, hatin Batmanê. Hecî Aso Kenediyê berpirsiyarê karên derve yê hereketa Îslamiya Kurdistan, Muhammed Xoşnavê berpirsiyarê karên hundir, ji hereketa Îslamiya Diyaneta Hewlêrê Hendîren Ebdullah, Goran Nûriyê berdevkê medyayê yê hereketê, li Batmanê merkeza giştî ya Cemiyeta Mustezefan ziyaret kir.

Hecî Aso Kenedî da zanîn ku dawetkirî hatine Batmanê û wê tevlî aktîvîteyên hefteya mustezefan bibin. Ji ber dawet û mêvanperweriya wan, malavahiya cemiyetê kir.

Sekreterê giştî yê Cemiyeta Mustezefan Ekrem Gulşen jî, ji ber ziyareta temsîlkaran memnûniyeta xwe anî ziman. Gulşen beyan kir ku, ji bo xurtbûna biratiyê wan dawet kirine û wê temsîlkar di hinek bernaman de xeber bidin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.