Tepkî Berdewam In
Li 'Entab û Bîrecîkê Fîlma Xebîs Hat Tel’în Kirin
Fîlma ku bi destek û fînansa Emrîka û siyonîst Îsraîl hat çêkirin û heqaret li pêxemberê me dikir, li her derê alema Îslamê tê tel’în kirin.
Do li İntabê li ber fîlma heqaretwarî bi beyanata medyayî protesto hat kirin. Protesto ji teref platforma evîndarên pêxember ve hat li dar xistin. Millet û gelek saziyên sivîl tevlî protestoyê bûn. Panqart hilgirtin, tekbîr dan, slogan avêtin.
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre Celal Ergen, beyanata medyayî xwend. Bi beyanatê hat îfade kirin ku bi sedsalan e van hîle û desîse tên kirin. Eşkere ye ku Emrîka û siyonîst Îsraîl destek û piştgiriya vê fîlmê dikin. Ji xwe ji hadîseya 11ê Îlonê û vir ve, îşgalkirina Emrîka ne veşartiye. Emrîka û siyonîst Îsraîl dixwazin bi van xerabiya, heqareta li muqeddesatan meşrû bikin. Bila dinya zanibe, van heqaretên li pêxemberê me, em tu car qebûl nakin.”
Milletê tekbîr û sloganên xwe kêm û qut nekirin.
Her wiha li Bîrecîka Rûhayê jî fîlm û Emrîka hatin tel’în kirin. Protesto ji teref Uhuvvet-Derê ve hat li dar xistin. Gelek saziyên sivîl jî destek dan protestoyê. Di beyanatê de hat xwestin ku mesûlên fîlma xebîs bên ceza kirin.
Beyanata medyayî piştî nimêja esrê hat rast kirin. Millet bi tekbîr û sloganan beşdarî protestoyê bûn. Beyanat bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre ji teref Kamîl Guneş ve, beyanat hat xwendin. Di beyanatê de hat îfade kirin ku sebebê van heqaretan, pêşveçûn û zêdebûna şiyariya Îslamî ye. Divê musluman li muqeddesatên xwe xwedî derkevin.
Li aliyê din komela Cemiyeta Mustezefan a şaxa Rûhayê diyar kir ku wê ji bo mîtînga mezin ya li Diyarbekir ya di 23ê Îlonê de, wesaîtan rakin. Serekê şûba cemiyetê Mehmet Kişlar, ji bo tepkiyên li ber fîlma xebîs hemî musluamana, xisûsen Rûhayiyan dawetî mîtîngê kir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.