Tepkiya AKP û CHPê Çawa Ye?

Tepkiya AKP û CHPê Çawa Ye?

Pey darbeya eskeriya Misrê, li Tirkiyê hikûmetê tepkiyek nîşan da. Lê CHPê ji têla darbeyê lê xist.

Pey darbeya eskeriya Misrê, li Tirkiyê hikûmetê tepkiyek nîşan da. Lê CHPê ji têla darbeyê lê xist.

Alîkarê serekê partiyê û berdevkê partiya AKPê Huseyîn Çelîk, do bi şev li ser şola cûntaya Misrê xeber da. Çelîk wiha got “Îktîdara Misrê bi îradeya xelkê hatiye serî. Berî niha ordiyê mixtira dabûyê, niha jî darbeyekê pêk tîne. Desteka dervê ya ji bo darbeyê jî heye. Welatên rojava qaîl nebûn ku hereketa Îxwanul Muslîmîn hatiye îktîdarê. Tabloya Misrê dişibihe darbeyên 1960 û 1980ê yên Tirkiyê. Ev nîşana paşvemayînê ye. Li Misrê tabloyeke wiha meriv diêşîne.”

Huseyîn Çelîk wiha dewam kir “Mûhammed Mûrsî bi heqê xwe li gorî hiqûq û qanûnê, bi hilbijartinê bû serekcimhûr. Tê hêvîkirin ku alîgir û dilxwazên Mûrsî li deng û rayên xwe ku namûsa wan e xwedî derkevin.”

Ehmed Davûtoğluyê wezîrê karên derve jî, bi meslekdaşê xwe yê Misrê re bi telefonê xeber da. Paşê Davûtoğlû wiha got “Serekcimhûr Mûhammed Mûrsî ye. Mûrsî û serekwezîr Hîşam Kandîl ketibin binçav, nayê qebûlkirin. Divê zû bi zû hilbijartinên demokratîk pêk bên. Misir di pey 25ê kanûna paşîn, di dîroka xwe de cara ewil e ku bi riyên demokratîk serekcimhûrê xwe dihilbijêre. Hilbijartineke wiha demokratîk ku bi zorê bê xerakirin, wê ji bo Misrê zirarek mezin be. Lîderên bi hilbijartinê tên encax bi hilbijartinê diçin. Divê hemî girtiyên siyasî bên berdan. Divê xelkê Misrê li tiştên xwe yên demokratîk xwedî derkevin.”

Li aliyê din partiya CHPê mîna ku ji darbeyê dilxweş e. Serekê partiyê Kemal Kiliçdaroğlu bi qezetevanan re peyivî û di xeberdana xwe de beyan kir ku, her tişt ne sindoq e. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.