Tepkiya Hur-Derê
Îdarevanên Welatên Muslumana Divê Dev Ji Lomandina Devkî Berdin.
Komela Hur-Derê ya şaxa Batmanê, li ser bombardimanên siyonîst Îşgalkerê Îsraîl, tepkî nîşanî îfadeyên îdarevanên welatên muslumana da. Serekê şûba komelê ebûqet û parêzer Serkan Ramanli, di xeberdana xwe de îfade kir ku her dewlet bi qasî ku wê zirarê nede menfîetên wan yên mîllî, tenê şermezarkirina devkî nîşan didin. Van îdarevan ji dêlava van peyvan, tiştê li wan dikeve, divê bicîh bînin.
Ramanli da zanîn ku êrîşên Îsraîl bi deh salan dewam kiriye. Cesareta van êrîşan di serî de ji Emrîka, ji desteka muttefîkên welatên Rojava digre. Îro dinya li vê wehşeta Îsraîl tenê temaşe dike. Lazim e welatên muslumana li ber siyonîst Îsraîl îttîfaqê pêk bînin.
Parêzer Serkan Ramanli wiha got “Piştî hadîseya Gemiya Mavî Marmarayê, Tirkiye bi Îsraîlê re, têkiliyên yên dîplomatîk qut kiribû, lê têkiliyên tîcarî hê jî dewam dike. Hewce ye Tirkiye gavên cîddî bavêje. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.