Tepkiya Nuh Eğîtîm-Derê

Tepkiya Nuh Eğîtîm-Derê

Tepkiya Nuh Eğîtîm-DerêKomelê Agirberdana Qûrsa Quranê Şermezar Kir

 Komela kultur û perwerdehî û alîkariyê Nûh Eğîtîm-Der, li Şirnexê fealiyetên xwe pêk tîne. Komelê agirberdana bînaya qûrsa Quranê şermezar kir. Ji teref komelê ve wiha hat beyan kirin “Qursên Quranê ji bo zêdekirin û xurtkirina me’newiyatên însanan û ji bo dîn û emrê Xweda bi însanan bide fêmkirin, sirf ji bo riza Xweda tên avakirin. Feqet êrîşên li milletê me yî mezlûm yê ku di nav herbek qirêj de perîşan e û li dîn û muqeddesatên me bên kirin, bi tu awayî nayê qebûl kirin. Ji teref kî ve tê kirin bila bê bikirin, em êrîşên wiha yên ku li qursên Quranê û li muqeddesatan tên kirin şermezar dikin. Em temenî dikin ku careke din neyên kirin.”

Wekî tê zanîn di 9ê Mijdarê de li Şirnexê li pey Camiya merkez ya Geylanî, li Qûrsa Quranê ya Mehmet Emîn Acar ya ji bo qîzan, ji teref aligirên PKKê ve bi kevir û molotofan êrîş hatibû kirin. Agir bi binayê û bi mala melayê camiyê ketibû. Xisara maddî qewimîbû. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.