Tepkiya Tessepê

Tepkiya Tessepê

“Hinek Sendîka Bekçîtiya Îdeolojiya Sîstema Tarî Dikin”

Li Edenê Sendîka Eğîtîm Sen û Eğîtîm Îş Sen, qîzên xwendekarên sernixumandî giliyê îdarevanên mekteban dikin û dibêjin ku qîzên sernixumandî têxin dersa, wê li van îdarevanan dozê vekin.

Li ser îxbar û tehdîtên van sendîkayan, platforma seferberiya tesetturê TESSEPê, sert tepkî nîşan da. Serekê platformê Salih Demîr îfade kir ku, van sendîka mîtîtiya sîstemê ya bêpere dikin.

Salih Demîr wiha diyar kir ku, jinên sernixumandî, ji ber hîcabên xwe her tim heqaret dîtine. Demîr, li ser tewr û şêla van sendikayan, wiha xeber da “Van fêhm û fikrên reşên Jaqoben, heqên însana yên esasî û cihanî di seha şexsî û civakî de binpê dikin, yesax dikin, bi tirs û tehdîtê dixwazin bidin terkirin, kamûyê manîpule dikin, cûdatiyê çêdikin. Despotîk in û tek tîpî ne. Em li ber van fêhma reşê Jaqoben tu carî bêdeng namînin.” www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.