Tepkiyek Jî Ji Elezîzê

Tepkiyek Jî Ji Elezîzê

Teşkîlata Huda Parê ya bajarê Elezîzê, êrîşên li Silopî û Cizîrê sert şermezar kir.

Teşkîlata Huda Parê ya bajarê Elezîzê, êrîşên li Silopî û Cizîrê sert şermezar kir.

Serekê teşkîlata bajêr Ebdulcelîl Demîr wiha got: “Hinek kes mehrûm in ku biratî û hewa aştiyê yên Huda Par dişopîne û dimeşîne nabînin. Teşebbus û tevgerên li Silopî û Cizîrê yên ku bi bombe û molotofan êrîşî bînaya teşkîlata Huda Parê û wesayît û xanîyên kesên dîndar hatibû kirin, fîtne û provokatîf in. Dixwazin pê di nav Kurdan de şer derînin. Rejîma Esed nasname jî nedidan Kurdan, lê bi salan Ocalan di serayên xwe de kedî dikir û niha jî destekê dide PYD ku dixwaze wê li Sûriyê li ser serê Kurdan bike hakim.”

Demîr di dewamiya xeberdana xwe de wiha got: “PYD di nav lîstikên qirêj de ye. PKK jî dixwaze wê ji Kurdan re bizorê bike temsîlkar ji lew hadîseyên Rojava dike bihane û dixwaze Bakurê Kurdistanê jî bikişîne nav şer. Ev fîtne û xerabî, tu feydeyê nade xelkê Kurd. Kî vê fîtneyê dade, ewilî ew ê xwe bişewitîne.”

BANGAHEQ

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.