Tepkiyên Li Bangladeşê
Desteka Ji Gulam Azamê 91 Salî Re Zêde Dibin
Li Bangladeşê hikûmet, di heqê Gûlam Azamê 91 salî re, ceza îdamê biriye. Tê îddîa kirin ku wê ceza wî ya îdamê, di 26ê Adara 2013an de bê li dar xistin. Gûlam Azam, serekê Cemaeta Îslamê yê kevn e.
Ji derve û hundirê welatê Bangladeşê, desteka ji Gûlam Azam re zêde dibin. Destekvan û piştevan dixwazin qirara îdamê bê betal kirin.
Li Bangladeşê li paytext Dakkayê, bi hezaran kes li ber qirara hikûmetê, protesto li dar xistin. Polîs mudaxela protestovanan kir. Di hadîseyan de protestovanek ji teref polîsan ve hat kuştin. Xortê 18 salî, mensûbê Cemaeta Îslamî bû. Dora 20 polîs jî birîndar bûn. Bi dehan kes jî hatin girtin. Ji bo destekê li seranserê welêt, mekteb û kargeh ji bo rojekê ketin grevê û girtî man.
Îdara Bangladeşê, ji 2011an vir ve, lîderên Cemaeta Îslamî, bi sûcên herbê mehkeme dike. Digel Gûlam Azam nêzî 100 mezinên Cemaeta Îslamî, du sal e di hepsan de ne.
Aligirên Cemaeta Îslamî, ji bo mezinên Cemaetê bi sûcê herbê neyên mehkemekirin, û ji bo betalkirina qirarên îdamê, li seranserê welêt mîtîng û protestoyan rast dikin. Çendakî berê, di protestokê de, zêdetirî 2 hezar û 500 kes hatibûn girtin. Mehkemekirina kesên hatine desteserkirin, hê dest pê nekiriye. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.