Tepkiyên Li Ber Banka Şîrê Dê

Tepkiyên Li Ber Banka Şîrê Dê

Li ber banka şîrê dê, tepkî zêde dibin. Hinek dixwazin banka şîr betal bibe. Hinek jî li ser hinek alternatîfan disekinin.

Li ber banka şîrê dê, tepkî zêde dibin. Hinek dixwazin banka şîr betal bibe. Hinek jî li ser hinek alternatîfan disekinin.

Yekîtiya helal ya cîhanê ya ku merkeza wê ya giştî li Bûrsayê ye, li ber banka şîrê dê, tepkiyên xwe nîşan da. Serekê yekîtiyê Ehmed Gelîr wiha got “Sed heyf û mixabin, me hê dev ji tebîeta şopandina tevgerînên rojavayê bernedaye ku rojava çi dikin, çi dipeyivin, em radibin dixwazin wana li ser xelkê xwe tetbîq bikin. Ev gelekî şaş e. Wê banka şîrê dê, gelek tiştên xerab, bi xwe re bîne. Wê berhevkirin û komkirina şîrê dê, tiştekî ne durust û rast be.”

Ehmed Gelîr ji dêlava banka şîrê dê wiha teklîf kir “Eger îmkan heb in, bila projeya dayika şîr bê bipêşxistin . Lewra ev proje di kultura me de heye, berî niha hatiye tetbîqkirin. Projeke bi dîsîplîn e.”

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.