Tepkiyên Li Ber Êrîşan
Êrîşên li kesên dîndar û saziyên Îslamî, li Bûrsa, Xarpêt û Erdîşa Wanê, bi civîn û beyanatan hatin şermezarkirin
Êrîşên li kesên dîndar û saziyên Îslamî, li Bûrsa, Xarpêt û Erdîşa Wanê, bi civîn û beyanatan hatin şermezarkirin.
Li Bûrsayê komelên sivîl û Îslamî, li ba camiya mezin li parka Orhangaziyê, protestoyeke girseyî li dar xist. Bi hezaran kes tevlî protestoyê bûn. Di beyanatê de hat diyarkirin ku xelkê mislumanê Kurd, tu carî dev ji dîn û miqeddesatên xwe yên me’newî bernadin.
Bi beyanatê, êrîşên li saziyên sivîl hatin telînkirin. Li ber êrîşan, bêdengî û bêtevgeriya dewlet jî hat şermezarkirin. Di protestoyê de tekbîr û slogan qut nebûn. Beyanata medyayî, ji teref serokê cemiyeta Mustezefan ya Bûrsayê Hesen Şenol ve hat xwendin. Şenol da zanîn ku hêla şebeka PKKê tehemmulî Îslamê nake, ji lew êrişan pêk tîne. Her wiha diyar kir ku divê dewlet emniyeta mal û canê welatiyên xwe biparêze. Beyanata medyayî bi duayê qediya.
Li Xarpêtê komela Yenî Îhya-Derê jî bi beyanateke medyayî êrîşan han şermezar kir. Beyanat ji aliyê alîkarê serokê komelê Zulfu Öztürkê ve hat xwendin. Bi beyanatê hat îfadekirin ku failên êrîşan nehatine girtin, polîs li hadîseyan temaşe dike û hikûmet jî bêdeng dimîne.
Tepkiyek jî ji komela Îhya-Dera Erdîşa Wanê hat nîşandan. Bi beyanata nivîskî hat îfadekirin ku şebeka han naxwaze exlaq û heyata Quranî belav bibe. Komelê beyan kir ku saziyên Îslamî ji bo civakê bennê xelasiyê ne.
Sosyolog Vahit Eser jî, êrîşên provokatîf yên şebeka PKKê yên li saziyên sivîl şermezar kir û diyar kir ku di nîvengeke demokratîk de her kes dikare fikra xwe hur bibêje.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.