Tepkiyên Li Ber Tewra BDPê
Platforma evîndarên pêxember, her sal li seranserê welêt, bernameyên mewlûda salvegera wîladeta pêxemberê me li dar dixe.
Platforma evîndarên pêxember, her sal li seranserê welêt, bernameyên mewlûda salvegera wîladeta pêxemberê me li dar dixe. Îsal li Diyarbekir îzna resmî wergirt ku li ber parka Newrozê li meydana mitîngê, di 21ê Nîsanê de bernama mewlûdê li dar bixe. Feqet belediya BDPê ya Bağlarê, ji mewlûda pêxember aciz bû û dixwaze li ber mewlûdê berbestiyan çêke. Ji lew gelek sazî û aliyên civatê, vê tewr û helwesta Bdpê protesto dikin.
Li Diyarbekir 14 sazî û komelên sivîl yên Îslamî, bi beyanateke medyayî tewra belediya BDPê şermezar kir. Sazî û komelan diyar kir ku, destekê didin platforma evîndarên pêxember. Di beyanata ya ku, ji teref serekê komela Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl ve hate xwendin de, wiha hat gotin “Ger Newroz be meydan musaîd e, lê gava mewlûda pêxemberê me be meydan ne musaîd e. Çima? Can û her tiştî me ji Hz Mûhammed re feda ye. Em hêvî dikin ku belediye dev ji vê şaşitiya xwe berde.” bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.