Tepkiyên Li Ser Belgeyên Wehşetê

Tepkiyên Li Ser Belgeyên Wehşetê

Der barê belgeyên wehşeta rejîma Esed de bertek didomin

Serokê Partiya Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr der barê wêneyên sûcên şer de beyanat da Ajansa Anadoluyê û diyar kir ku rejima Be’as, bi salan e di rojhilata navîn de komkujiyan dike.

  Bapîr got ku rejima Be’as li Herêma Kurdistanê bi taybetî jî li Helebçeyê, komkujî kiriye û xwedî dîrokeke qirêj e. Her wiha da zanîn ku rejîma Be’as bi zulm û zordestiyê li ser pîya disekine.

  Elî Bapîr wiha got: "Polêsê van wêneyên kesên kuştî kişandiye, nîşan da ku Beşar Esed bi awayekî sîstematîk êşkence kiriye û bi zilmê mirov kuştine."

  Wezîrê karên derve Ehmed Davutoğlu li ber zulma rejîma Esed wiha got: “Li Tirkiyê 700 hezar birayên me yên Sûriyeyî hene. Heta ewlehî çênebe û ew venegerin malên xwe, wê ev polîtîkaya me bidome.

  Rejîmê bi hezaran kes bi rêkûpêk dorpêç kirine, nahêle ku xwarin û îlac û alîkarî ji wan re herin û li bendê ye ku ew bimrin. Birçîhiştinê wek sîlehê bi kar tîne. Divê ev sûc bêceza nemînin. Belgeyên han nîşan dan da ku 11 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.”

  Li aliyê din serokê mixalîfên Sûriyê Ehmed Carba jî wiha got: “Belgeyên han, sûcên herbê yên rejîma Esed nîşan dide. Medyaya navneteweyî îspat kir ku rejîma Esed 11 hezar kesên girtî bi îşkencê kuştine.

  Gelê Sûriyê wê hê çi qas li ber xwe bide? We wan merivên ku digotin aşîtî, aşîtî bi xwe dît. Kujeran, van merivên mesûm dikuştin û dinyayê jî li vê rewşê temaşe dikir.”

                                    BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.