TEQÎN Û ÊRÎŞ
Di meha remezanê de jî, şer nesekinî
TEQÎN Û ÊRÎŞ
LI LICÊ 2 ESKER HATIN KUŞTIN, LI WANÊ JÎ ÊRÎŞ QEWIMÎ
Di meha remezanê de jî, şer nesekinî. Berî niha li herêma Colemêrgê û Dêrsimê di navbera esker û mensûbên PKKê de, çend caran şerê giran qewimî bû. Millet ji wan pevçûn û kuştina ne razî ye.
Li gor xeberan hat diyar kirin ku li Licê, gava wesaîta esker derbas dibe, mayina di erdê de bicîhkirî, diteqe. Hadîse di riya qomandariya Tûgaya Licê de qewimî. Di teqînê de, astsûbayek û eskerek tên kuştin. Sivîl û 3 esker jî birîndar dibin. Birîndar rakirin nexweşxana Diyarbekir.
Her wiha li Wanê jî, bişev wesaîteke polîsan ya ku dewriye digeriya, êrîş lê hat kirin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat. Li ser hadîseyan dest bi operasyonan bû.
Li gor ajansan, polîs bi dû êrîşkeran ket. Li dora mala ku êrîşker têdebûn, şer qewimî. Êrîşekerek hat kuştin yek jî birîndarî hat girtin. Du kesên din yên li malê jî, hatin desteser kirin.
Li aliyê din li Şirnexê, 6 mensûbên PKKê, di li deriyê sînor ya Xabûrê de, xwe berdestî hêzên asayîşê kirin. Li emniyetê îfade wan hat girtin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.