Teşîkîlata Hevkariya Îslamê êrîşên ku li Mislimanên Rohîngyayî tên kirin şermezar kir!

Teşîkîlata Hevkariya Îslamê êrîşên ku li Mislimanên Rohîngyayî tên kirin şermezar kir!

Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya ku wan êrîşên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve li Mislimanên Arakanî tên kirin şermezar kir “Banga wezîfê li Konseya Ewlehiyê ya NY” kir!

Teşkîlata Hevkariya Îslamê   wan êrîşên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve li Mislimanên Arakanî tên kirin û bûn sedema terkkirina warên bi deh hezaran malbatan, şermezar kir û “Banga wezîfê li Konseya Ewlehiyê ya NY” kir!”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Eşkere ye mal û gund ji teref  çeteyên budîst ve di bin çavdêriya esker û polêsan de tên şewitandin   ku ev yek jî bi delîlên wê li ber çavan e. Teşkîlata Hevkariya Îslamê wan êrîşên eskerî yên ku li wan Mislimanan hatine kirin şermezar dike. Em bang li hikûmeta Myanmarê dikin  da ku destûr bide Mislimanên koçber vegerin malên xwe  û dîsa ji saziyên alîkariyê  ji wan alîkarî bê kirin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.