Teşkîlata Huda Parê a Bajarê Mûşê Vebû

Teşkîlata Huda Parê a Bajarê Mûşê Vebû

Teşkîlata bajarê Mûşê ya partiya doza azad Huda Parê, bi tevlîbûna alîkarê serek Zekeriya Yapicioğlu, bi merasîm hate vekirin.

Teşkîlata bajarê Mûşê ya partiya doza azad Huda Parê, bi tevlîbûna alîkarê serek Zekeriya Yapicioğlu, bi merasîm hate vekirin. Mesûlê karên hiqûqê yên partiyê parêzer Cemal Çoban û gelek kesên dawetkirî jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Parêzer Zekeriya Yapicioğlu di xeberdana xwe de, li ser amanca avakirina Huda Parê û li ser hedef û meqsedên partiyê peyivî. Da zanîn ku meselên wan yên ewwel rabûna berbestên li ber bawerî û heyata bi îman û helkirina mesela Kurd in.

Serekê teşkîlata Mûşê Ebdurrehman Aydin jî, di xeberdana xwe de beyan kir ku, hêja û miqeddesatên ku millet bi wan bawer in, ji millet tên şemirandin. Sebebê derd û nexweşiyên heyî, dûrketina ji Quran û sunnetê ye.

Piştî vekirina teşkîlatê, parêzer Yapicioğlu, bi qezetevanan re hate ba hev. Pirsên wan bi cewab kir. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.