Teşkîlata Huda Parê Ya Bajarê Diyarbekir
Partiya Doza Azad Huda Par çendakî berê, hatibû damezrandin. Partî niha li ser teşkîlatbûniyên xwe disekine.
Partiya Doza Azad Huda Par çendakî berê, hatibû damezrandin. Partî niha li ser teşkîlatbûniyên xwe disekine. Bi muracaeta resmî, teşkîlata partiyê ya bajarê Diyarbekir hat saz kirin. Serekê teşkîlatê Wedat Tûrgût, hêvî kir ku partiya wan ji millet û memleket re bixêr be.
Piştî derketina ji walîtiyê, serekê teşkîlatê Wedat Tûrgût beyan kir ku, li qeza û bajaran li ser teşkîlatbûna partiyê bilez dixebitin. Tûrgût wiha got “Bi belga selahiyetê ya ku me ji merkeza partiyê girtibû, me muracaeta xwe ya resmî li walîtiyê kir. Amanca me razîbûna Rebbê me û milletê me ye. Emê hemî îmkanên xwe, ji bo xizmeta millet serf bikin.” Wedat Tûrgût da zanîn ku wê di pêş de bîna teşkîlata Huda Parê vekin û hemî xelkê dawet bikin.
Her wiha teşkîlata Huda Parê ya bajara Bîngola Çolig jî, fermî hat sazkirin. Serekê teşkîlata bajarê Çabakçûrê Hamdûllah Tasali, piştî muracaeta li walîtiyê, beyanek kin kir ku, teşkîlata Huda Parê ya bajarê Bîngolê êdî resmî hatiye avakirin, ji hemî millet re bixêr be.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.