Teşkîlata Huda Parê Ya Batmanê Vebû

Teşkîlata Huda Parê Ya Batmanê Vebû

Huda Par li ser teşkîlatbûniyên xwe dixebite. Teşkîlata partiyê ya bajarê Batmanê jî, resmî hat avakirin.

 Huda Par li ser teşkîlatbûniyên xwe dixebite. Teşkîlata partiyê ya bajarê Batmanê jî, resmî hat avakirin.

Piştî derketina ji walîtiya Batmanê, serekê teşkîlata bajêr Diktor Aydin Gok, ji ajansa Îlkeyê re xeber da. Diktor Gok beyan kir ku, bi selahiyata ku ji partiyê wergirtine, muracaetî walîtiyê kirine. Serekê teşkîlata bajêr diktor Aydin Gok wiha got “Teşkîlata me, ji herêmê re nexasim ji Batmana me re û ji welatê me re, înşallah wê bibe wesîla xêrê. Ji bo siyaseteke paqij û dirust û bi prensîb, em ji Xweda alîkariyê dixwazin. Amanca me edalet e, hurriyet e, heqqaniyet e, aştî ye, hizûr û biratî ye. Di vê mijarê de, em ê her mesûliyetê hilgirin.”

Hat îfadekirin ku teşkîlata bajarê Batmanê, ji van kesan pêk tê: Serek Diktor Aydin Gok, endamên damezrîner M. Elî Ruzgar, Saît Ortaç, Salîh Altûğ, M. Salih Yanaç, Osman Teyfûr û Ridwan Yapicioğlû.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.