Teşkîlata Şirnexê a Huda Parê Hat Vekirin
Serekê partiya doza Azad Huda Parê parêzer Huseyîn Yilmaz, li Şirnexê tevlî vekirina teşkîlata bajêr bû, hinek serdan pêk anîn.
Serekê partiya doza Azad Huda Parê parêzer Huseyîn Yilmaz, li Şirnexê tevlî vekirina teşkîlata bajêr bû, hinek serdan pêk anîn. Huseyîn Yilmaz di xeberdana xwe de beyan kir ku, ji bo li vê coğrafyayê zulmên ku sedsal e tên kirin bi dawî bibin, xelkê musluman karibe bi rihetî li gorî îman û baweriya xwe bijî, Huda Par ketiye rê. Dûre serekê teşkîlata Şirnexê Ebdullah Kiliç îfade kir ku, doza wan ya Şêx Seîd û Ustad Bedîuzzeman e. Heyeta partiyê dûre derbasî Cizîrê bû. Heyet ji teref konvoyeke dirêj ve hate pêşwazîkirin.
Li Cizîrê jî teşkîlata Huda Parê bi merasîm hate vekirin. Serekên teşkîlatên bajarê Şirnexê, Cizîrê, Silopê û Hezexê jî tevlî merasîma vekirinê bûn. Parêzer Huseyîn Yilmaz di xeberdana xwe de wiha got “Ji bo bidawîbûna van zulm û me’melên ğeyrî Îslamî yên ku serê sedsal e didomin, em ketine rê. Ji ber em musluman in, ji ber nasname û baweriya xwe ya Îslamî, em marûzî qetlîaman bûne.”
Parêzer di dewamiya peyva xwe de wiha got “Divê dewlet ji ber cînayet û qetlîamên ku di demên nêz de û di tarîxa xwe de qewimandine û zulm û neheqiyên li me barkirine, uzrê bixwaze. Digel uzrê divê semîmiyeta xwe nîşan bide ku, wê careke din van zulm û cînayet û qetlîaman neke.”
Li aliyê din teşkîlata Akçakaleyê jî, bi tevlîbûna alîkarê serek Mehmet Yavûz bi merasîmekê hate vekirin. Merasîm bi dua û selewatan dest pê kir. Mehmet Yavûz di xeberdana xwe de îfade kir ku, referansa wan Îslamî ye. Ji ber vê yekê Kurd û Ereb û Tirk û Laz li xwe civandine. Serekê teşkîlatê Xelîl Aydin jî di heqê siyaseta partiyê de agahî dan. Di merasîmê de Mehmet Emîn Baytar xoca dûa kir û dûre teşkîlat hat vekirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.