Teşkîlatên Hîlwan û Sêwregê yên Huda Parê

Teşkîlatên Hîlwan û Sêwregê yên Huda Parê

Partiya Doza Azad Huda Par, xebatên li ser teşkîlatan didomîne. Bi vê munasebetê teşkîlatên Hîlwan û Sêwregê yên navçeyên Rihayê bi merasîm hatin vekirin. Ji îdara partiyê Mehmet Yavûz tevlî merasîmê bû û xeber da. Teşkîlatên partiyê bi dua û selewatan ha

Partiya Doza Azad Huda Par, xebatên li ser teşkîlatan didomîne. Bi vê munasebetê teşkîlatên Hîlwan û Sêwregê yên navçeyên Rihayê bi merasîm hatin vekirin. Ji îdara partiyê Mehmet Yavûz tevlî merasîmê bû û xeber da. Teşkîlatên partiyê bi dua û selewatan hatin vekirin.

Li Hîlwanê digel Mehmet Yavûz, serekê teşkîlatê yê Rihayê Lokman Yalçin û gelek kesên dawetkirî tevlî merasîmê bûn. Mehmet Yavûz, Lokman Yalçin û Bedîh Çîftçî xeber dan. Mehmet Yavûz di xeberdana xwe de beyan kir ku, meclîsa ewil jî bi duayan vebûye. Feqet paşê li dînê millet herb vekiriye, alim û seydayên welêt qetil kirine û avêtine zîndanan. Da zanîn ku wê Huda Par di siyaseta Tirkiyê de, wecheke rastî û durustî be.

Di merasîma vekirina teşkîlata Sêwregê de jî, Mehmet Yavûz, Lokman Yalçin û gelek dawetkirî hebûn. Xeberdana destpêkê, serekê teşkîlata navçeyê Ehmed Îdem kir û wiha got “Partiya me, dest bi rêwîtiyeke bi xêr kiriye. Em di serê riyeke dirêj û bi zehmet de ne.” Dûre Mehmet Yavûz û Lokman Yalçin xeber dan. Pey xeberdanan bi selewatan hate vekirin. bangaheq

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.