Teşkîlatên Huda Parê

Teşkîlatên Huda Parê

Partiya doza Azad Huda Par, li Tirkiyê li ser teşkîlatbûniyên xwe disekine. Teşkîlata partiyê ya bajarê Stenbolê jî, piştî muracaeta resmî hat avakirin.

Partiya doza Azad Huda Par, li Tirkiyê li ser teşkîlatbûniyên xwe disekine. Teşkîlata partiyê ya bajarê Stenbolê jî, piştî muracaeta resmî hat avakirin. Serekê teşkîlatê Mehmet Alî Gonul, bi çend berpirsiyarên partiyê re, daxwaznama xwe dan walîtiyê. Serekê teşkîlatê Alî Gonul, piştî muracaetê wiha peyivî “Em Huda Par, nêrînek nû, fêhm û fikrek nû dixin siyasetê.”

Serek û berpirsiyarên teşkîlatê, hêvî û temennî kirin ku, partî û teşkîlata wan ji bo însaniyet û ummetê, xisûsen ji bo Stenbolê bixêr û mubarek be.

Her wiha teşkîlatên Yenîşehîra Diyarbekir,  Nîlufera Bûrsayê, Yureğîra Edenê û Solxana Bîngolê jî hat avakirin. Serekên van teşkîlatan jî, di beyan û xeberdanên xwe de îfade kirin ku, wê ji bo xelkê li ser edalet û hurriyet û biratiyê xizmetê bikin û ji Xweda hêvî dikin ku, di xizmetê de li ser heqiyê wan serkeftî bike.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.