Teşkîlatên Huda Parê
Partiya Doza Azad Huda Par, li ser teşkîlatên xwe disekine. Vê paşê teşkîlatên hinek navçeyên Enqerê, Mêrsîn, Meletê, Sêrt û Osmaniyê hatin avakirin.
Partiya Doza Azad Huda Par, li ser teşkîlatên xwe disekine. Vê paşê teşkîlatên hinek navçeyên Enqerê, Mêrsîn, Meletê, Sêrt û Osmaniyê hatin avakirin.
Li Enqerê teşkîlatên navçeyên Çankaya û Golbaşiyê hatin avakirin. Serekê teşkîlata Çankayayê Suleyman Alpsoy diyar kir ku wê di siyasetê de cîddî, rast û durust, semîmî û li gor esasên exlaqê tevbigerin. Serekê navçeya Golbaşiyê Mehmet Tekcanli jî hêvî kir ku, partiya wan di xizmeta xelkê de bixêr û serkeftî be.
Li Meletê piştî teşkîlata bajêr, teşkîlatên navçeyên Akçadağ, Yeşîlyûrt, Batalgazî û Kaleyê jî hatin avakirin. Serekên van 4 navçeyan îfade kirin ku, wê ji bo heq û azadî û edaletê, li gor razîbûna Xweda bixebitin.
Li Mêrsînê jî teşkîlata navçeya Sîlîfkeyê hat avakirin. Serekê teşkîlata navçeya Sîlîfkeyê Mehmet Kibris hêvî kir ku, partiya wan ji bo welat û bajarê wan bixêr be.
Her wiha li Sêrtê teşkîlata navçeya merkezê, piştî muracaeta resmî hate avakirin. Rayedarên partiyê diyar kirin ku, wê siyaseteke rast û dirust bişopînin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.