Teşkîlatên Huda Parê
Partiya Doza Azad Huda Par li seranserê welêt, li ser teşkîlatên xwe dixebite. Li Mûşê piştî teşkîlata bajêr, ya navçeya merkezê jî hat avakirin.
Partiya Doza Azad Huda Par li seranserê welêt, li ser teşkîlatên xwe dixebite. Li Mûşê piştî teşkîlata bajêr, ya navçeya merkezê jî hat avakirin. Serekê teşkîlatê Yasîn Toplu, li ser vebûna teşkîlatê wiha got “Amanca me, xwedîderketina li muqeddesatên millet e û wan gihandina van hêja û muqeddesatan e. Em ji Xweda dixwazin ku, ev teşkîlat û çêbûn ji bo dinya û axreta me bixêr be.”
Her wiha teşkîlata Bismila Diyarbekir jî, bi merasîm û coş hate vekirin. Serekê teşkîlatên Diyarbekir Wedat Tûrgût û yê Mêrdîn Şêxmûs Akman jî, tevlî merasîma vebûnê bûn.
Girse û qerebalixek mezin bi tekbîr û selewatan tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Serekê teşkîlata Bismil Elî Bîlmez, wiha xeber da “Meqseda me riza Xweda ye, şahiya millet e, hurriyet e û edalet e, heqqaniyet e, bi dawîbûna zulmê ye, hizûr û aştî ye. Biratî û muhebbeta însana ye.”
Pey re Wedat Tûrgût bi Kurmancî, li ser amanc û ğeyret û xizmeta Huda Parê xeber da. Da zanîn ku ev doz doza Bedîuzzeman e, doza Melayê Cizîrî, doza Mela Ehmedê Qoğî ye.
Teşkîlat bi tekbîr û selewatan hat vekirin. Li beşdaran hinek îkram hate kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.