Teşkîlatên Huda Parê Yên Bîrecîk û ‘Entabê Vebûn

Teşkîlatên Huda Parê Yên Bîrecîk û ‘Entabê Vebûn

Partiya Doza Azad Huda Par, xebatên xwe yên ji bo teşkîlatan didomîne. Teşkîlatên Bîrecîk û Intabê bi dua û selewatan, bi merasîm hatin vekirin.

Partiya Doza Azad Huda Par, xebatên xwe yên ji bo teşkîlatan didomîne. Teşkîlatên Bîrecîk û Intabê bi dua û selewatan, bi merasîm hatin vekirin.

Di vekirina teşkîlata Bîrecîkê de alîkarê serekê partiyê Mehmet Yavûz, serekê teşkîlata Rihayê Loqman Yalçin û serekê teşkîlata Bîrecîkê Xelîl Barlak xeber dan.

Mehmet Yavûz di xeberdana xwe de li ser polîtîkayên Tirkiyê yên 90 salî sekinî. Yavûz wiha got “Serî 90 salan e ku hinekan berê memleket ji Kabeyê guherandine Parîs, London û Waşîngtonê. Ji lew çavê xelkê bi rihetiyê nebûye. Em dixwazin îşlika ecnebiyan bavêjin, îşlika ku Xweda û Resûlê wî pê raziye li xwe kin.”

Loqman Yalçin jî di axaftina xwe de da zanîn ku Huda Par bi Tirk û Kurmanc û Zaza û Ereban partiyeke welêt e. Tiştên ku wê nikaribin pêk bînin nabêjin û soza wan nadin. Pey xeberdanan teşkîlat bi duayan hat vekirin.

Li Intabê jî ji bo vekirina teşkîlatê, merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Mehmet Yavûz di xeberdana xwe de îfade kir ku, emperyalîzma dinyayê xerca Îslamê ya ku qewm û milletan digihîne hev û din, rakirine ji lew milletên musluman ji hev belawela bûne. Mehmet Yavûz wiha got “Ji bo serbestiya tesetturê 12 milyon îmze hatin komkirin. Lê hê jî li ser tesetturê zulm dewam dike. Asteng û berbestên li ber tesetturê, ev serê 90 sal e ku hene.”

Serekê teşkîlata Intabê Mustafa Ozaslan jî di xeberdana xwe de îfade kir ku, wê ne ji partiyên sîstemê bin. Pey xeberdanan bi dua û selewatan teşkîlata serokatiya bajêr hat vekirin. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.