Teşkîlatên Huda Parê Yên Nû Hatin Vekirin
Partiya Doza Azad Huda Par, li ser teşkîlatan xebatên xwe bi lez didomîne. Do teşkîlatên Şemrex, Dêrik û Qosera navçeyên bajarê Mêrdînê bi merasîm hatin vekirin.
Partiya Doza Azad Huda Par, li ser teşkîlatan xebatên xwe bi lez didomîne. Do teşkîlatên Şemrex, Dêrik û Qosera navçeyên bajarê Mêrdînê bi merasîm hatin vekirin.
Konvoyeke mezin li Şemrexê gera nav navçeyê kir. Li ber bînaya serokatiya navçeyê, millet û dilxwaz û mensûbên partiyê civiyan. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre serekê teşkîlata navçeyê Ebdulezîz Tûna xeberdana destpêkê kir û li beşdaran silav kir. Ji alîkarên serekê partiyê Fadil Şanî li ser meqsed û amanca partiyê xeber da. Paşî jî alîkarê serekê partiyê Mehmet Bahattîn Temel xeber da. Di axaftina xwe ya bi Kurmancî de li ser siyaset û amanca Huda Parê peyivî. Beyan kir ku divê biratiyeke heqîqî li nav welêt û gelê Kurd bê tesîskirin da ku, hizûr û xweşî bê avakirin. Wê Huda Par ji bo vê biratiyê bi xebite. Bername bi duayê qediya. Teşkîlat bi tekbîr û selewatan hate vekirin.
Pey vê merasîmê, ji Şemrexê konvoyek çû navçeya Dêrikê. Konvoya mezin hat pêşwazî kirin û li nav Dêrîkê tur avêt. Bernama vekirina teşkîlatê li ber bînaya partiyê bi xwendina Quranê dest pê kir. Serekê teşkîlata navçeya Dêrikê Sebrî Dînç, di xeberdana destpêkê de da zanîn ku, millet Huda Parê nas dike, lewra ji nav millet derketiye. Dûre serekê teşkîlata bajarê Mêrdînê Şêxmûs Akman, li ser hedefa partiyê xeber da. Pey re alîkarê serek Mehmet Bahattîn Temel di xeberdana xwe ya bi Kurmancî de îfade kir ku, milletê Kurd nêzî sed sala ye pir zulm û ta’de dîtine. Êdî ev zulm û teqîn û reqîn, bila li nav gelê Kurd neqewimin. Huda Par biratiya gelê Kurd û însaniyetê dixwaze. Bername bi duayê bi dawî bû û teşkîlat bi tekbîr û selewatan hat vekirin.
Di pey merasîma han de, konvoyek ji Dêrikê ber bi Qoserê ve kete rê. Li Qoserê bi qerebalixek mezin hat pêşwazîkirin. Hemî bi hev re li nav navçeyê tûr avêtin û dûre li ber bînaya teşkîlatê civiyan. Bernama merasîmê bi xwendina Quranê dest pê kir. Serekê teşkîlata navçeyê Bûrhan Aydin, di xeberdana xwe ya destpêkê ya bi Kurmancî de beyan kir ku, doz û amanca wan ya Pêxember û eshaba ye, ya kalê Şêx Seîd û Ustad Bedîuzzeman e. Şêxmûs Akmanê serekê teşkîlata Mêrdîn jî, li ser polîtîka Huda Parê agahî dan. Alîkarê Serek Mehmet Bahattîn Temel di axaftina xwe ya bi Kurmancî de diyar kir ku, ji ber ku bi salan e zulm û neheqî dîtine, mîna kalê xwe Şêx Seîd û ustad Bedîuzzeman ji aliyê rejîmê ve eziyet û ta’de kişandine, millet wan nasdikin û ne hewce ye ku xwe bidin naskirin. Her wiha Bahattîn Temel îfade kir ku, dixwazin biratiya gelê Kurd û însaniyetê bê avakirin ku, êdî di nav gelan û milletê kurd de xwîn neyê rijandin, mîna gelê sûrî perîşan nebin, dîn û zimanê millet azad bibin, hemû heqên milletê Kurd bên dayîn. Bername bi xwendina duayê qediya û bi tekbîr û selewatan teşkîlat hat vekirin. BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.