TESSEP ji skandala tesetturê ya li Zanîngeha Êlihê re bertek nîşan da

TESSEP ji skandala tesetturê ya li Zanîngeha Êlihê re bertek nîşan da

Derbarê dijmintîya ‘tesetturê’ yaku li Zanîngeha Êlihê derket holê de ji teref TESSEPê ve daxuyanîyek hat dayîn û ji rewşê re bertek hat nîşandan.

Di daxuyanîya ku ji teref Koordînatorîya Êlihê ya Platforma Seferbarîya Tesetturê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê de wisa hat gotin: “ Li Zanîngeha Êlihê tê xwesti li ser tesettur û xwendekarên bi tesettur planek bê tetbîqkirin. Ev bûyer di serî de xelkê Misliman a Êlihê û bi giştî camîaya Îslamî aciz kiriye. Em wek TESSEPê bibin taqîbkerên vê meseleya ku dilê me êşandiye  û me ê micadeleya xwe ya tesetturê bidomînin.Tesettura ku hêj nehatiey xistin bin temînata qanûnê her tim ji teref şexs û saziyan ve ji îstîsmarkirinê re vekiriye. Ji rayedaran re tewsîyeya me ev e; bila ev mesele demildest bê lêpirsîn  û tesettur bê xistin bin temînata qanûnê.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.