Tetbîqata Îranê

Tetbîqata Îranê

Tetbîqata ÎranêÎran Li Sînorê Tirkiyê Wê Tetbîqetê Li Dar Bixe

Li gor xeberan hat îddîa kirin ku Îran wê li sînorê Tirkiye, tetbîqatek li dar bixe. Piştî tetbîqeta ku Tirkiyê li sînorê Sûriyê lidarxist, Îran jî dê li sînorê Tirkiyê tetbîqetê bike.

Îran di nav du mehan de, ji bo tetbîqeta mezin a duda, xwe amade dike. Qomandarê parastina hewayê yê Îranê diyar kir ku ji bo tetbîqatê, aletên elektronîk yê şerê û fuzeyan sewqî sînora Rojawaya Bakur dikin. Qomandarê Mixafizên Şoreşa Îslamiya Îranê Tuğgeneral Ferzad Îsmaîlî ji medyayê re beyanat da û got ordiya parastina hewayê ji bo tetbîqeteke mezin dest amadehiyê kir. Ordî wê bi fuze û sîstemên elekrtonîk ve, tetbîqatê lidarbixe.

Li gor xebera Milliyetê, Îsmaîlî diyar kir ku tetbîqet di navbera 21ê Îlonê û 21ê Cotmehê wê bê kirin. Îsmaîlî wiha got “pêşaniya me parastina tesîsên Nûkleerin.”

Li aliyê din, Îsraîl sûc û qebhetên xwe, nukleer û kîmyasalên xwe ji bîr kiriye û radibe ji bo Îranê, gazî teşkîlata dewletên yekbuyî dike da ku ji bo Îranê êdî xeta sor were kişandin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.