Tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera Tirkiyê û Qatarê de dest pê kir
Tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera artêşên Tirkiyê û Qatarê de li Dohayê dest pê kir.
Hat ragihandin tetbîqata leşkerî ya hevpar a di navbera artêşên Tirkiyê û Qatarê de li Dohayê dest pê kir. Ji artêşa Tirkiyê tev de 250 leşker beşdarî tetbîqatê dibin û wesayîtên bi zirx jî di tetbîqatê de tên îstîmalkirin. Her wiha hat diyarkirin ji baregaha leşkerî ya Tirkiyê ya li Dohayê re çekên sivik hatine şandin.
Her weke tê zanîn di serê hezîranê de welatên mîna Siûd, Misir, Bahreyn û Yekîtiya Mîrektiyên Ereban biryar dabûn ku bi Qatarê re pêwendiyên xwe qut bikin û ev welat lîsteyeke ku di nav de 13 madde hebûn pêşkeşî Qatarê kiribûn ku di nav van maddeyan de girtina baregaha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qatarê jî hebû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.