Tetbîqatên Îranê Yên “Fecr 91” Ya Behrê 4 Rojan Dewam Bike

Tetbîqatên Îranê Yên “Fecr 91” Ya Behrê 4 Rojan Dewam Bike

Ajansa xeberan ya Farsê diyar kir ku, mihafizên şoreşa Îslamiya Îranê, di xalîça Besrayê de, dest bi tetbîqatê kirine.

 Ajansa xeberan ya Farsê diyar kir ku, mihafizên şoreşa Îslamiya Îranê, di xalîça Besrayê de, dest bi tetbîqatê kirine. Wê tetbîqata ku li herêma Asaluye û Parsa başûr bê li dar xistin, 4 rojan dewam bike.

Hat gotin ku wê tetbîqata bi navê “Fecr 91”, bi amanca xurtirkirina parastina behrê, perwerdekirina  personelên nû, zexmkirina motîvasyona navbera grûbên eskeriyê bê îcrakirin.

Li aliyê din hat îfade kirin ku, wê bi navê Welayet 91ê jî, dîsa li xalîça Besrayê, Hurmuzê û bakurê ummana Hîndê, ji 28ê Kanûnê pê ve, ji bo 6 rojan tetbîqateke din jî bê li dar xistin. Hat beyan kirin ku di heyama tetbîqatê de, wê îzn û destûra gemiyên ecnebî tune be ku, derbasî vê herêma tetbîqatê bibin. Tetbîqat ji bo îcrakirina tecrubeyan, bikaranîna teknîkên parastinê yên nû û çavtirsandinê bê kirin.

Hat zanîn ku wê di her dû tetbîqatan de jî, gemiyên bin avê, destroyer, sîstemên fuzeyên parastinê, mekanîzmên elektrîkê yên herbê û çend celeb gemiyên herbê bên bikaranîn.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.