Tevî ‘Alemê Le’net Kir Lê ‘Emerîka Dîsa Piştgirî Da Îsraîl

Tevî ‘Alemê Le’net Kir Lê ‘Emerîka Dîsa Piştgirî Da Îsraîl

Li ser êrîşên siyonîstan bi bal Ğezzeyê ve, bi banga gelek Saziyên Sivîl bi hezaran Musulman li Camiya Fatîhê a li Stenbolê civiyan.

Li ser êrîşên siyonîstan bi bal Ğezzeyê ve, bi banga gelek Saziyên Sivîl bi hezaran Musulman li Camiya Fatîhê a li Stenbolê civiyan.

Di serî de de rayedar û endamên İhh, Platforma Qudsa Azad, Platforma Heqq û Azadiyan a Marmara, Platforma Evîndarên Pêxember, Ozgur Der, Mezlûm Der, Komeleya Anadolu Gençlîk û hê gelek saziyên civaka sivîl bi hezaran Musulman beşdarî protestoya li hember İsraîl bûn. Li Îsraîl le’net hatin xwendin.

Di Protestoyan De êrîşên Îsraîl hatin şermezar kirin û mesajên destekê hat dayîn gelê Filistînê.

Di protestoyê de serekê Ozgur Derê Ridwan Qaya go: Divê Tirkiye tevî têkiliyên xwe yên bi Îsraîl re bi dawî bike. Serekê Îhhê Bulent Yildirim jî, bang kir ku tevî ummet rabe piya.

Di hêla dî de Wezareta Karên Derve a Tirkiye, êrîşên Îsraîl bi şiddet şermezar ki û ji Îsraîl xwest ku bi lez êrîşên xwe bisekinîne.

Digel van protesto û şermezar kirina, ‘Emerîka jÎ bê deng nema û dîsa bi beyanatekê destek da Siyonîst Îsraîl. Wezareta Karên Derve di beyanata xwe de diyar kir ku: “Destekê dide heqqê ku Îsraîl xwe biparêze.”Li gor hatiye hînkirin Obama û Netenyahû jî bi telefonê xeberdane. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.