Texmîna me ya ji bo enflasyona sala 2017an ji sedî 8 e
Serokê Banqaya Navendî Murat Çetînkayadestnîşan kir enflasyona sala 2017an dibe ku ji sedî 8 be.
Serokê Banqaya Navendî Murat Çetînkaya di Civîna Agahdarkirinê ya Rapora Sala 2017-1an de axavtinek kir. Çetînkaya di axavtina xwe ya ku di civînê kir de reqema rêjeyên enflasyonên sala 2017,2018 û ya sala 2019an eşkere kir.
Çetînkaya di axavtina xwe de destnîşan kir: “ Texmîna me ji bo enflasyonê ew e ku di dawiya sala 2017an de nîvendiya enflasyonê ji sedî 8 be û ev yek dê di navbera sedî 6,6 û 9,4an de çêbibe. Her wiha ji bo sala 2018an jî nîvendiya enflasyonê ji sedî 6 be û ew ê ev yek di navbera ji sedî 4,2 û 7,8an de çêbibe."
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.