Texrîbata ku siyaseta çalan din av mizgeftan de pêk aniye derket holê
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê piştî siyaseta çalan texrîbata ku di nav navçeyê de pêk hat derket holê.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin piştî ku têlên nav navçeyê hat rakirin texrîbata ku di nav mizgeftan de çêbûye derket holê.
Piştî siyaseta çalan a PKKê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji 14ê Adarê pê ve pêvajoyeke şerê dest pê kir û di encama vê yekê de di serî de mizgeft dikan, mal û avahiyên din ên di navçeyê de texrîb bû.
Di navçeyê de ji di 3ê Hezîranê de dawî li operasyonan hat û piştî qedexeya ku wek qismen hat rakirin di 25ê Tîrmehê de taxên Zeynelabîdîn, Kişla, Firat, Dîcle, Yenîşehir û Abdûlkadir Paşayê di bergeha ewlehiyê de bi têlan hatibûn dorpêçkirin.
Piştî ku têlên derdora van dabaş taxan hatin rakirin texrîbatên ku di nav mizgeftên Molla Musa, Selman-i Pak û Paşayê de pêk hatiye derket holê.
Hat dîtin ku PKKyiyan mizgeftan wek mewzî bikar anîne. Qur’anên Pîroz, minare, minber, derî, qolon, kîrîş, pencere, dîwar, xalî, dolab û eşyayên din ji bilî ve texrîb bûne.
Her wiha qedexeya derketina derve ya di taxên Abdulkadîr Paşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê de didome.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.