Teyara Ermenîstanê Hat Daxistin

Teyara Ermenîstanê Hat Daxistin

Teyareke din ya qargoyê ya Ermenîstanê gava li seha hewaya Tirkiyê bû, hat daxistinî firogeha Erzeromê.

 Teyareke din ya qargoyê ya Ermenîstanê gava li seha hewaya Tirkiyê bû, hat daxistinî firogeha Erzeromê. Teyare ji Ermenîstanê bi îddîa birina alîkariyên însanî diçû Sûriyê.

Hat gotin ku teyare li gor qaîdên hewatiyê yên navnetewî hatiye daxistin. Di teyarê de lêgerîn hat kirin. Di teyarê de 15 ton malzemên alîkariyên însanî hatine tesbît kirin. Di dema daxistinê û lêgerînê de nehiştin ku mensûbên medyayê dîmenan bikşînin. Teyare berî niha îzna bikaranîna hewa sehaya Tirkiyê wergirtibû. Piştî lêgerînê teyare dîsa rabû ber bi Sûriyê ve birêket.

Wekî tê zanîn di nava meha borîn de jî teyareke Ermenîstanê ya ku diçû Sûriyê hatibû daxistin. 8 saet tê de lêkolîn hatibû kirin. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.