Teyara Sûriye
Tirkiye Teyara Sûriye Ya Rêwiyan Daxist Firogeha Enqerê
Teyareke Sûriye ya rêwiyan do ji Moskovayê rabûbû û gava ku di seha hewayê ya Tirkiyê re derbas dibû, bi talîmatê û di bin kontrola jetên F-16an de hatibû daxistinî firogeha Esenboğaya Enqerê.
Piştî daxistinê di teyarê de lêkolîn hat kirin. Hat îddîa kirin ku di teyarê de 5 saet lêkolîn hatiye kirin, malzemên biguman hatine desteserkirin. Hat îfadekirin ku 10 pakêtên malzemên bi mohr hatine girtin. Li ser wan îbara ku ji wezareta parastina Sûriye re ye hatiye nivîsandin. Ji wan du pakêt hatine vekirin û tê îddîa kirin ku di wan de malzeme û cîhazên komonîkasyonê yên eskeriyê hatine dîtin.
Hat gotin ku piştî vê hadîseyê ji midûriya giştî ya hewatiya sivîl xeber hatiye dayîn ku hemî teyarên sivîl yên Tirkiyê yên seha hewaya Sûriye bikartînin, seha Sûriye terkbikin.
Moskova li ser hadîseyê meselê ji îdarevanan pirsî. Sefîrê Rûsyayê çû firogehê. Ji Rûsyayê berpirsiyarek diyar kir ku di teyarê de tu sîleh tune ne. Hadîse di medyaya Rûsya û dinyê de jî cî girt. Do serekcimhûrê Rûsyayê Pûtin, serdana xwe ya wê li Tirkiye bikira sekinand.
Îdara Şamê jî diyar kir ku tiştê Tirkiye kiriye qorsaniye û dijberî qaîdeyên hewatiya navnetewî ye. Îro hêla Sûriye, biyekalî elektrîka ku ji Tirkiyê distent da sekinandin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.