Teyarên Fransa Li Maliyê Bomban Bi Ser Muslumana Ve Dibarîne

Teyarên Fransa Li Maliyê Bomban Bi Ser Muslumana Ve Dibarîne

Fransa ji îşgal û qetlîamên xwe yên li Cezayîr, ders û îbret negirtiye

Fransa ji îşgal û qetlîamên xwe yên li Cezayîr, ders û îbret negirtiye. Ji lew niha li Malî li ser grûbên Îslamî û li ser milletê musluman bomba dibarîne. Teyarên herbê yên Fransayê, bajarên Konna, Gao, Duetza, Nambala û Lereyê bombebarandin dike. Nexasim qempên hereketa Tewhîd û Cîhadê, marûzî van êrîşan dibin.

Hereketa Ensaruddîn îddîayên ku, Fransa û ordiya Malî bajarê Konnayê ji grûban stendiye derewand û îfade kir ku, bajarê Konnayê di destê hereketên Îslamî de ye.

Hereketa Ensaruddîn wiha beyan kir “Bajarê Konnayê di destê me de ye. Ordiya Malî, însanên bêguneh dikuje, guhnade teşebbusên me yên aştiyane, meqsedên welatên emperyalîst bicîh tîne, tu amanceke me ya ku em êrîşî paytext Bamakoyê bikin tune ye.”

Tê gotin ku di pevçûnan de, bi dehan eskerên ordiya Malî, ji teref mucahîdên Îslamê ve hatine kuştin. Hêzên Nîjerya, Senegal, Nîjer, Bûrkîno Faso, Togo û Benîn jî, tê gumankirin ku wê tevlî ordiya Malî bibin.

Li aliyê din li welatê Malî ya ku ji sedî nod milletê wê musluman e, ji hereketên Îslamî tepkî bilind dibin. Hereketa Tewhîd û Cîhadê, welatên ku wê hêzên eskeriyê ji ordiya Maliyê re bişîne tehdît kir. Hereketê wiha beyan kir “Em bi qirarên ku êrîşî welatên destekê didin mudaxela bakurê welat bikin.” Hereketa Mucahîdên Ciwan jî diyar kir ku, eskerekî Fransa di destê wan de rehîngirtî ye.

Ji meha Adara par ve, bakurê welat di bin kontrola hereketa Tewhîd û Cîhad, hereketa Ensaruddîn û hereketa Azavadê de ye.

Her wiha serekwezîrê Lîbyayê Elî Zeydan, serekwezîrê Tûnûsê Hammad El Cîbalî û serekwezîrê Cezayîrê Ebdulmelîk Selal, beyanateke hevbeş weşandin. Her sê serekwezîr dan zanîn ku, terefdarê çareseriyeke siyasî ne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.