Tezkere Hat Qebûlkirin
Ji Bo Şandina Esker û Desthilatiya Hikûmetê Tezkere Hat Qebûlkirin
Li meclîsê derbarê mesela Sûriye de ji bo tezkerê rey û deng hat dayîn. Tezkere li dijî 129an bi 320 reyan hat qebûl û pejirandin. Li gor tezkera serekwezîrtiyê, hikûmet heta salekê, desthilatdar e ku dikare esker bişîne welatên ecnebî û li wir wezîfedar bike.
Dengdayîn li heyeta giştî ya meclîsê, bi celseya girtî hat kirin. Hevdîtinên tezkerê 3 saet dewam kirin. CHP û BDP ji bo tezkerê gotin “na” Ji ber ku hevdîtinên tezkerê di celseya girtî de hatiye, wê zebtnameyên wê heta deh salan neyên beyankirin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.