TIR û minîbus li hev qelibîn: Miriyek û 15 birîndar

TIR û minîbus li hev qelibîn: Miriyek û 15 birîndar

Li navçeya Siwêrega Rihayê di encama lihevketina TIR û pîqabê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li navçeya Siwêrega Rihayê TIRek û qîqabekî rêwiyan li hev qelibîne. Di encama qezaya ku pêk hat de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin qeza li ser Rêbeja Siwêreg-Diyarbekirê berêvarê qewimiye. Di encama lihevqelibîne TIRa bi pleqeya 33 BHS 44 û pîqaba bi pleqeya 63 EH 979 lihev qekibîn de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku Zeynelabîdîn Aden jiyana xwe ji dest daye û Kamîl K, Bîrsen O, Cansu Tuncay E, Abdullatîf E, Derya E, Serhat O, Vefa P, Delîl O, Efecan P, Abdulkerîm E, Remzîye E, Yagmur P, Yoldaş P, Îrem E. û Abdulvahap Ç. jî birîndar bûne.

Tîmên tendirustiyê bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Swêregê. (ÎLKHA)


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.