TIR û otomobîl li hev qelibîn: Birîndarek
Li Kahtaya navçeya Semsûrê TIR û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek birîndar bû.
Hat ragihandin qeza li ser Rêbeja Semsûr-Kahtayê li mewqiya Taxa Rezan pêk hat.Li gor agahiyên ku hatin wergirtin otomobîla bi plaqeya 34 LN 799 û TIRa bi plaqeya 31 ADC 45 li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de ajokarê bi navê Abdullah Mulhan birîndar bû.
Kesê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.