Tirkiye Bêdeng e

Tirkiye Bêdeng e

Kê Gaza Millet Girtiye? Gelo Ji Hz Muhammed Biqîmettir Kî Heye?

Wekî tê zanîn li seranserê dinyayê li ber fîlma ku heqaret li pêxemberê me kiribû tepkî û protesto tên rast kirin. Ji ğeyrî Tirkiye, muslumanên cihanê li ber heqaretan li ser piyane. Li Tirkiye belkî hêla başûrê rojhilat hinekî tepkî û protesto rast kirin, mîtînga Diyarbekir ne tê de, protestoyên din li gor protestoyên cîhanê biçûk dimînin. Ji xwe hêla Anadoliyê û rojavayê Tirkiye, di xew û ğefletek giran de ne.

Pispor îfade dikin ku ji medyayê heta serekê dewletê û heta serek û mezinên civat û cemhetan, ji bo ku millet sakîn û bêdeng be, xeber didin. Eşkere îfade dikin ku gaza millet girtine, ji ber vê yekê ye millet protestoya li dar naxe. Van kesan, dema ku fîlma heqaretwarî derket ser înternetê û ji ber vê yekî jî li Lîbyayê sefîrê Emrîka hat kuştin, kuştina sefîrê Emrîka şermezar kirin. Sersaxî dan Barak Obama. Lê ji bo heqareta li Pêxemberê me heta niha kerr û korr û lal man. Însanên biğîret dipirsin ji van serek û efendiyan re:Gelo hun çiqasî ji pêxemberê xwe hez dikin ku kuştina sefîrê Emrîka dilê we dişewitîne, lê heqareta li pêxemberê Xweda we nayne ğeyretê? Li ber protestoyên milletê musluman, stoperiya ecnebiyan gelo ma bi we maye?

Medyaya Tirkiyeyê jî, mîna bi hev peymanin, behsa heqaretên li pêxemberê me nakin. Sansur danîne ser xeberên di aleyhê fîlma xebîs de. Der heqê mîtînga li Diyarbekir de jî, ji çend kanal û qezetekê pêve xeber nadin. Çavê xwe digrin. Millet dipirse: Ma kîjan mesele ji heqareta li pêxemberê me girantir e? (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.