Tirkiye Dixwazê Patriyota Li Sînorê Sûriye Bicîh Bike

Tirkiye Dixwazê Patriyota Li Sînorê Sûriye Bicîh Bike

Tirkiye naxwazea şer û pevçûnên Sûriye, bipijiqe hêla wê. Ji lew li ser tedbîrên ewlehiyê disekine.

Tirkiye naxwazea şer û pevçûnên Sûriye, bipijiqe hêla wê. Ji lew li ser tedbîrên ewlehiyê disekine. Dixwaze li sînorê Sûriye, patriyotan bicîh bike, ji ber vê yekê jî bi amanca teleba fuzeyên patriyotê resmî muraceatî NATOyê kir. Beyan ji serekê Natoyê Rasmûssen hat diyar kirin.

Rasmûssen wiha got “Wê Tirkiye patriyota ne ji bo ambargo û ne ji bo êrîşê bikarbîne, wê tenê jibo parastinê bixebitîne. Mensûbên îttîfaqê wê teleba patriyota, heman bide hêjandin.”

Wezareta karên derve jî beyan kir ku ji ber qirîza Sûriyê, li ber tehdîtan ji Natoyê ji bo desteka parastina hewayî teleb hatiye kirin.

Do bişev sefîrên mezin yên Natoyê civiyan. Di civînê de hat îfade kirin ku dibe ku bi erênî li ser meselê bê sekinandin. Tê hêvî kirin ku piştî qirarê, ji Natoyê heyetek were Tirkiyê.

Hat gotin ku fuzeyên patriyotê, ji teref Elmanya, Emrîka û Hollanda, wê bi dorê bên dayinî Tirkiyê. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.