Tirkiye Mîna Axa Natoyê Ye

Tirkiye Mîna Axa Natoyê Ye

Li 40 Deveran Baregeh û Radarên Emrîka û Natoyê Hene

 Tirkiye li ber îhtîmala êrîşa Sûriyeyê, ji NATOyê fuzeyên patriyotê xwestibûn. Niha jî teleba bataryayên fuzeyan dike. Nato çendakî berê van teleba qebûl û  pejirandibû.

Serekwezîr Erdoğan, li ser rewşa patriyotan wiha gotibû “Erda Tirkiyê erda Natoyê ye jî.” Ev peyva Erdoğan bûbû sebebê niqaşê. Dûre hat zanîn Nato û Emrîka, bi radar û baregehên xwe, weka ku Tirkiyê îşgal kirine.

Enstîtuya Waşîngtona ku nêzî CIAyê ye, îsal raporek weşand. Di raporê de li ser xerîteyê, lîsteya radarên Natoyê û baregeh û bombayên nukleerên Emrîka yên li Tirkiyê tê eşkere kirin. Li gor raporê eşkere dibe ku her hêla Tirkiyê, hatine îşgal kirin.

Li gor raporê li Îzmît, Balikesîr, Eskîşehîr, Konya, Enqere, Meletê û Erzeromê depoyên sîlehên nukleerê yên Emrîka hene. Li nêzî 40 deveran, radarên Nato û baregehên biçûk û mezin yên Emrîka peyda ne. Tê texmîn kirin ku di van baregehan de, gelek casûsên CIAyê jî dimînin.

Her wiha li gor raporê tê îfade kirin ku di dewra îktîdara AKPê de, têkiliyên Emrîka-Nato û Tirkiyê, gihane zîrweyê.

bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.