Tiştê Nayê Hesabê Welatan Dixin Çarçova Terorê
Êrîşên 11ê Îlonê, ji bo Emrîka û ji bo dinyê bû mîladek. Lewra li Waşîngtonê “tehdîtên derve” êdî bûye metîrsînek fobî.
Êrîşên 11ê Îlonê, ji bo Emrîka û ji bo dinyê bû mîladek. Lewra li Waşîngtonê “tehdîtên derve” êdî bûye metîrsînek fobî. Ji ber vê yekê jî, carna vê birîn diaxive û dibe sebebê zulm û qetlîamên li welatên muslumana, mîna Efğanîstan û Pakîstan û Iraq û Yemen û Somalî û wekî din.
Li Emrîka sînorên tabîra “tehdîtên derve”, di dewra Corç Bûş de hat tayînkirin. Bûş welatên ku Emrîka tehdît dikirin, bi “eksena şer” îfade kir û li dinyê îlan kir. Ewilî bi dû Ûsame Bîn Ladîn ket. Efğanîstan îşgal kir. Welatê ku li ber Emrîka dengê xwe bilind kir, ket lîsteya vê eksena şer. Emrîka hinek ceza û mueyyîde li wan bar kir û dan barkirin. Îran di serê vê lîsteyê de ye. Iraq, Sûriye, Koreya Bakur, Lîbya, Venezuella û Kuba, di dawiya vê lîsteyê de ne.
Piştî vê tewra Emrîka, her welat hemî tişt û rewşên ku ne li gor hesabê wan bûn, xistin çarçova terorê. Li gora wê jî, qategoriyên rîskê hatin amade kirin. Li gor endeksa rîska siyasiya dînamîk ya paşîn ya saziya şêwirmendiya stratejîk û rîska serzemînê, Tirkiye dikeve qategoriya zêde birîskê. Sebeba vê jî, fealiyetên PKKê yên li herêmê tê nîşandan. Di heman qategoriyê de Rûsya, Hîndîstan û Nîjerya jî hene. Li gor terorîzmê, welatên herî birîsk bi rêzê wiha ne: Yemen, Somalî, Efğanîstan, Pakîstan, Iraq, Kongoya Demokratîk, Nîjerya, Fîlîpîn, Kolombiya û Sûdan.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.