Torpîla Kîjan Mehkûmî Heye?

Torpîla Kîjan Mehkûmî Heye?

Gelo Mehkûmên Dîndar Ji Dêmaryê Ne Ku Neheqî Dibînin?

Li Tirkiyê wezîr û wekîl û serekên hikûmetê her carê îfade dikin ku qanûn û hiqûq ji bo herkesiye. Lê herhalde qanûn ferqê dixe navbera mehkûman, lewra hinek mehkûm bitorpîl in. Di taziye û şîna de karin herin sersaxiyan, lê mehkûmên dîndar gelek caran ji vê heqê tên mehrûm kirin.

Omer Farûq Aykan ev serê 20 sal e ku ji doza Hîzbûllah di hepsan de ye. Di salên 90î yên ku bi tehdît û zorbatiya kaxiz bi girtiyan dihatin îmzekirin de hatibû girtin û ev 20 sal e ku heps bi heps tê sirgûn kirin. Diya wî xaltiya Erebê çendakî berê rehmet kir. Birayên Farûq Aykan hemî me’melên resmî pêk anîn ku birayê wan were teziya diya xwe. Lê mixabin bi behane û hînceta ewlehiyê, wî neşandin sersaxiyê.

Diya wî serê du salan bû ku ji ber nexweşiya xwe nikaribû biça serdana kurê xwe yî ji memleket dûr. Çendakî berê çû ber rehma Xweda. Kurê wê Omer Farûq Aykan xwest ku here sersaxî û teziya diya xwe. Lê bi behana emniyet û ewlehiyê nehiştin biçe teziyê. Bav û birayê Omer Farûq, Îlyas û M. Seîd Aykan li ser vê neheqiyê tepkî nîşandan. Bira M.Seîd Aykan wiha got “Em hê bi kula wefata diya xwe ve ne, îcar jî vê neheqî li birayê min kirin. Me’mela hemwelatiya duyem bi me re dibînin. Em vê mexdûriyet û neheqiyê hewalî mehkema mezin dikin.”

Wekî tê zanîn berî niha diya Îhsan Baranê girtî xaltiya Rana wefat kiribû û bi eynî behane û sebebê nehiştibûn Îhsan Baran jî here şîna diya xwe. Helbûkî ji doza Ergenekon û dozên din mehkûmên ku merivê wan wefat kiribûn, îzin dabûn wan ku herin teziya merivên xwe. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.