Toza çolê ya ku ji alîyê Efrîqayê tê wê Tirkîyeyê jî bike bin tesîra xwe
Di agahdarkirina ku ji teref Foruma Hewayê ve hat kirin de, hat îfadekirin ku ew ê ji alîyê Efrîqayê ve tozên çolê wê di dawîya hefteyê de dîsa Tirkîyeyê bike bin tesîra xwe.
Hat destnîşankirin dibe ku toza çolê li herêmekî tenê tesîrdar nebe, dibe ku li seranserê welat tesîrdar bibe.
Hat ragihandin ev toza ku dê were bi tevî baranê dibe ku wek çemûrê bibare.
Li gorî pisporan, dema ku toz bi sîstemên hewayê ve bighêje hev, li ser avahî, wesayît û herêmên vekirî bibe çemûr û bibare.
Ji ber vê yekê ji teref rayedar û pisporan ve ji welatîyan re bang hat kirin ku bila baldar û haydar bin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.