Trempêl li wesayîta polêsan qelibî: 3 mirî

Trempêl li wesayîta polêsan qelibî: 3 mirî

Li Şernexê trempêl li wesayîta polêsan qelibî. Di encama qelibînê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Hezexa Şernexê trempêl li wesayîta polêsan qelibî. Di encama qelibînê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Qeza li ser Rêbeja Hezex-Cizîrê pêk hatiye. Gor agahiyên hatine bidestxistin trompêla ji Hezexê ber bi Cizîrê ve diçû li ser Rêbeja Hezex-Cizîrê li wesayîta polêsan qelibî. Di encama qezayê de Okan Înce (30), Bahadir Beyazoglu (41) û keseke din a ku navê wê nehatiye zanîn jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.