Trump têketina penaberên Sûriyê û yên ku ji welatên Misliman werin qedexe kir

Trump têketina penaberên Sûriyê û yên ku ji welatên Misliman werin qedexe kir

Serokê DYEyê Donald Trump qedexeya têketina Emrîka ya penaberên Sûriyê û yên ku ji welatên Misliman werin tesdîq kir.

Trump di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de ji bo  penaberên ku exlebeyê wan  ji welatên Mislimanan tên wesfandina ‘terorîstên radîkal ên Îslamîst’  kir û di derheqê  wan de   wiha axivî: “  Em ji bo vanan ji Emrîkayê dûr bigrin  tedbîreke nû ya lêkolînekê tînin. Em wanan naxwazin û em dixwazin xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Em  tenê dixwazin ji kesên ku destekê bidin welatê me re bibêjin hûn bi xêr hatin.”

Di qerarnameya bi navê ‘ Parastina Dewletên Yekbûyî ji Terorîstên Biyanî yên Netewê’ de   têketina penaberên Sûriyeyî li Emrîkayê wek zirar hat nîşan dan û hat diyar kirin têketina wanan hatiye sekinandin.

Madeya ‘Ji hinek welatên Mislimanan ên ku têkiliya wan bi terorê re heye girtina penaberan heta 90 rojan hatiye sekinandin’ a qerarnameyê, di raya giştî de bû sedema bertekan. Hat diyarkirin di nava van welatan de welatên bi navê Irak, Suriye, Îran, Sudan, Lîbya, Somalî û Yemen heye.

Trump di qenela televîzyonekê de di derbarê qebûlkirina penaberan de diyar  ku ew ê pêşanîyê bidin penaberê mesihî.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.