“Tu fikr û îdeolojî dê muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemrîne”
Serokên partiyên siyasî yên ku beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Êlihê hat lidarxistin bûn destnîşankirin ku dê tu fikr û îdeolojî muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemirîne.
Serokên partiyên siyasî yên ku beşdarê bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Êlihê hat lidarxistin bûn ji Platforma Evîndarên Pêxember re ji ber ku bernameke wiha lidar xistiye teşekur kirin û destnîşan kirin ku dê tu fikr û îdeolojî muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemirîne.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn diyar kir Platforma Evîndarên Pêxember ji bo ku Hz Muhammed (as) baş were fêmkirin xebatên baş dike. Dûvre Şahîn wiha li axavtina xwe zêde kir: “Beriya her tiştê ji ber ku bernameke wiha xweş tertîp kiriye ez Platforma Evîndarên Pêxember pîroz dikim. Pir baş xizmet dikin. Xweda xêra wan zêde bike.”
“Dilê gelê me ji muhebbeta pêxember dagirtî ye”
Şahîn diyar kir ji ber ku gel Hz Muhammed hez dike li meydan û qadan tê vemhev. Dûvre Şahîn wiha pê de çû: “Pîrekî zilam, zarok û extiyar hatine meydanê. Ev yek jî dide nîşandan ku hemd ji Xweda re gelê me Misliman e. Aşiqê pêxemberê xwe ye. Qelbên wan bi muhebbeta pêxember hatiye dagirtin. Dema ku navê pêxemberê me tê zikirkirin gelê me bi kelecan dibe. Lewra to nirx ji bo Mislimanan wekê pêxember biqîmet nîne. Gelê me vê yekê jî di holê de eşkere dide nîşandan. Tu fikr û îdeolojî dê muhebbeta Pêxember a di nav dilê gel de nevemrîne.”
“Qasê ku mirovahî û hemî dinya mihtacê Hz Pêxember e belkû tû wextê bi vê şiklê mihtac nebûye”
Serokê Bajarê Sêrtê yê HUDA PARê Behçet Sevgîlî wiha axivî: “Rastî îro qasê ku mirovahî û hemî dinya mihtacê Hz Pêxember e belkû tû wextê bi vê şiklê mihtac nebûye. Îro mirovahî feryad û fîgan dike, ji destê zaliman û bi taybet jî ji kesên ku Xweda nas nakin li dijî Îslam û Mislimanan bi kîn tevger dikin. Ji ber vê yekê bibîranîna Hz Muhammed bi vê şiklê tê bibîranîn û heq û edalet bi dengeke bilind tê diyarkirin. Ev tişteke pirr baş e. Em çiqas Hz Muhammed bînin bibîranîn baş e.”
“Dê ev bername roj bi roj zêde bibin”
Alîkarê Serokê Bajarê Êlihê yê AK Partiyê A. Bakî Polat fikr û ramanên xwe wiha anî ziman: “Di serî de ez Platforma Evîndarên Pêxember pîroz dikim. Ez lidarxistina van bernameyên ku di serî de li herêma me û dûvre jî li hemî bajêr, navçe û heta gundên wê de ya ku li Rojhilata Navîn de wek serbilindî pêk tîne wek sembol dibînim. Dê bere bere ev hekwesta Mislimanan li hemî welatên Rojhilata Navîn bibe sembol û dê ev bername roj bi roj zêde bibin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.